Li Kanadayê cara ewil ji hoparlorê azan hat xwendin

Mislimanên ku dengê azana şerîf bihîstin gelek kêfxweş bûn.

Rayedarên bajara Torontoyê cara ewil destûr dan ku azana şerîf a ku ji bo nimêjê pê bang li Mislimanan dike ji hoparlorê bê xwendin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ew ê azan heta ku Remezan xelas bibe li bajarên mîna Edmonton, Ottawa û Hamiltonê jî ji hoparlorê bê xwendin.

Aljah Abubakarê Melayê Mizgefta Omer bîn Hattab di daxuyanîya ku da endamên çapemenîyê de destnîşan kir, yekîtî ji bo Mislimanan pir muhîm e û Îslam dîneke bi aram û hizûr e.

Ehlê camîyên ku lê azana şerîf ji hoparlorê tê xwendin destnîşan dikin ev yek ji bo wan pir muhîm e û ew bi vê yekê gelek zêde kêfxweş û şad dibin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne