Li Kayserîyê otobusa rêwîyan qulibî: 23 birîndar

Li Kayserîyê otobusa ku rêwîyan vediguhast qulibî. Di encama qezaya ku pêk hat de 23 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin li Kayserîyê otobusa rêwîyan a bi plaqeya 62 AV 245 li ser Rêbeja Pinarbaşi-Malatyayê qulibî. Di encama qezaya ku pêk hat de 23 kes birîndar bûn.

Piştî ku bi bûyerê hat hesîn re gelek ambûlans hatin sewqkirin cihê bûyerê.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne