Li Kurdistana Başûr hejmara kesên ku bi corona vîrusê ketin derket 27 kesan

Li Silêmanîyeya Kurdistana Başûr bi 7 kesên din re jî corona vîrus hat tespîtkirin.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin li Silêmanîyeya Kurdistana Başûr bi 7 kesên din re jî corona vîrus hat tespîtkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin 6 kesên ku bi wan re vîrus hatiye tespîtkirin nasên wî melayê ku canê xwe ji ber coronayê canê xwe ji dest daye ne.

Hat diyarkirin kesê din jî kesekî ku ji Îtalyayê vegerîya ye.

Digel van hejmarên dawî hejmara kesên ku li Kurdistana Başûr bi corona vîrusê ketin derket 27an.

Heta niha kesekî ku bi vîrusê ket canê xwe ji dest da û kesek jî baş bû.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne