Li Kurdistana Rojhilat 200 gundî ji ber ava vexwarinê bi jehrê ketin

Li gundekî girêdayênavçeya Selas Bawecanîya Kîrmanşaha Kurdistana Rojhilat 200 gundîyên ku ava vewxwarinê vexwarin bi jehrê ketin û hatin rakirin nexweşxanê.

Qeymeqamê Selas Bawecanî Yedullah Şukrî  derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Şukrî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir; ji Gundê Şêx Sele 17 kesên ku bi jehrê ketin serî  Nexweşxaneya Sahrayê dan û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ji ber ku hejmara kesên ku bi jehrê ketin zêde bû 11 ambûlans û ekîbên tenduristîyê hatin şandin gund.”

Saman Dîrokê ku şênîyê gund e derbarê mijarê de destnîşan kir; bes çavkanîyeke me ya avê heye. Gundî ji vê kahnîyê avê vedixwarin ku doh ji ber vê avê bijehrê ketin. Dîrok di berdewama daxuyanîya xwe de wisa got: “Ji ber avê 200 kes bi jehrê ketin ku rewşa 20 kesî giran e.”

Li gundê ku lê 200 kes bi jehrê ketin zêdetirî 2 hezar û 500 kes dijîn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne