Li Lîbyayê agirbest dest pê kir

Hêzên ku girêdayê General Hafter in banga agirbestê ya hevpar a Erdogan û Putîn qebûl kir, bi vî awayî li Lîbyayê pêvajoya agirbestê dest pê kir.

Berî vê çend rojan Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn ji bo li Lîbyayê agirbest bê îlankirin banga agirbestê kiribûn ku Hikûmeta Mutabaqatê ya Neteweyî ya Lîbyayê vê bangê qebûl kiribû, lê belê Hafter vê yekê red kiribû.

Ehmed el-Mîsmarîyê berdevkê hêzên ku girêdayê Hafter in îro derbarê vê mijarê de daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir ku ew guh didin banga agirbestê.

El-Mîsmarî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê mijarê de wisa got: “Em banga agirbestê qebûl dikin, lê belê ger kesên li hemberî me agirbestê îhlal bikin em ê bi şikleke dijwar bersivê bidin wan.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne