Li Malîyê êrîşa çekdarî: 19 kes hatin kuştin

Li Malîyê kesên nasnameya wan nediyar êrîşa çekdarî birin li ser kampa artêşê, di encama êrîşa çekdarî ya ku hat kirin de 19 leşker mirin û 5 leşker jî birîndar bûn.

Êrîş li Sokoloya li bakûrê Bamakoyê pêk hat. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin nêzî 100 êrîşkarên ku bi motoran hatibûn êrîş birin li ser kampa leşkerî û 19 leşkeran kuştin û 5 leşkeran jî birîndar kirin.

Li bakûrê Malîyê pevçûna çekdarî ya di navbera hikûmet û komên cudaxwaz de di sala 2012an de dest pê kir û heta niha di pevçûnan de heta niha bi hezaran leşker û sîwîl canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne