Li Mêrdînê qeza: 6 mirî 2 birîndar

Di encama qezaya ku li navçeya Midyada Mêrdînê pêk hat de 6 kes canê xwe ji dest dan û 2 kes jî giran birîndar bûn.

Qeza 12 kîlometreya Rêbeja Midyad-Kerboranê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kamyona bi plaqeya 65 K 3858, traktora bi plaqeya 27 BDV 29 û otomobîla bi plaqeya BOH 39 li 12emîn kîlometreya Rêbeja Midyad-Kerboranê li hev qelibîn.

Di encama qezata ku pêk hat de 6 kesên bi navê Hakan Özkahraman (23), Nimetullah Yıldız (34), Muhammed Yıldız (10), Abdülkerim Yıldız (3), Dilovan Seyitoğlu (12) û Bilal Seyitoğlu (21) canê xwe ji dest dan û 2 kes jî giran birîndar bûn.

Hat hînbûn 6 kesên ku di qezayê de canê xwe ji dest dan ji lîstina gogê vedigerîyan û diçûn mala xwe.

Tê diyarkirin ew ê 6 kes li gundê Batê bên veşartin.

ÎLKHA






















İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne