Li Ozbekistanê bi ser Tuxayên Tewhîd û Cîhadê de hat girtin: 25 binçavî

Li Ozbekistanê 25 kes bi hinceta endambûna Tuxayên Tewhîd û Cîhadê hatin binçavkirin.

Wezareta Karên Hundir ê Ozbekistanê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîye ku ji teref Wezareta Karên Hundir ê Ozbekistanê ve hat belavkirin derbarê mijarê de hat destnîşankirin; polês Ozbekistanê û serwîsa ewlehîya neteweyî  di serî de li Taşkentê û her wisa li gelek deran li hember Tuxayên Tewhîd û Cîhadê operasyon destpêkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di encama operasyonên ku hatin lidarxistin de 25 kes hatin binçavkirin.

Mahkemeya Bilind a Ozbekistanê di sala 2016an de Tuxayên Tewhîd û Cîhadê xistibû "lîsteya rêxistinên terorê."

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne