Li Qamişlo û Dirbesîyê êrîşa çekdarî li ofîsên ENKSê hat kirin

Hat ragihandin li Qamişlo û Dirbesîyê ji teref kesên ku nasnameyên wan nediyar ve êrîşa çekdarî li ofîsên ENKSê hat kirin.

Beşar Amînê Endamê Partîya Demokrat a Kurdistanê ya Sûrîyê li ser bûyerê li ser medyaya civakî daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir, kesên ku nasnameya wan nediyar in li Qamişlo û Dirbesîyê bi çek û molotofan êrîş birin li ser ofîsên wan.

Amîn di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir kesên êrîşkar kar hewl dan wesayîta Alîkarê Serokê PDK-S Şerîf bişewitînin û dû re wiha li peyama xwe zêde kir: “Koma ku êrîş bir li ser ofîsên me êrîşî malên endamên me jî kirin. Agirê ku pê ket hat tefandin û tiştek bi serê tu kesî nehat.”

Beşar Amîn destnîşan kir, êrîşek li ofîsa wan a li Qamişloyê jî hatiye kirin û ev yek ji bo gotûbêjên di navbera Kurdan de bên sabotajkirin tên kirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne