Li Qamişloyê êrîş li ofîsa PDKê û Ala Kurdistanê hat kirin

Li bajara Qamişloya Kurdistana Rojava komekî ku ji xwe re dibêjin “Ciwanîya Şoreşger” êrîş bir li ser ofîsa Partîya Demokratîk a Kurdistanê ya Sûrîyê û zirar dan Ala Kurdistanê.

Li gorî xebera ku di malpera K24ê de hatiye weşandin; doh êvarî komekî ku ji xwe re dibêjin “Ciwanîya Şoreşger” a ku girêdayê asayîşa PYDê ye êrîş bir li ser ofîsa Partîya Demokratîk a Kurdistanê ya Sûrîyê û Ala Kurdistanê boyax kirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di êrîşê de li ser dîwarên ofîsê nivîsên ku pê dijberîya PDKê tên kirin hatin nivîsandin.

Endamê Serokatîya ENKSê û Berpirsê Polîtburo yê PDK-S Muhammed Îsmaîl derbarê mijarê de destnîşan kir: “Êrîş li dijî gotûbêja Kurd a ku li Rojavayê dest pê kiriye hatiye kirin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne