Li Qatarê malên Fransa tên boykotkirin

Zîncîra marketan a bi navê Al-Meera ya ku girêdayê dewleta Qatarê ye qerara boykotkirinê da û dest bi berhevkirina malên Fransayê yên li şubeyên xwe kir.

Sûretên ku ji teref kovara Charlîe Hebdo ve hatin amadekirin û tê de qaşo Pêxemberê me Hz. Muhammed(silavên Xweda li ser be) tê karîkaturîzekirin, doh êvarî li bajarên Montpellîer û Touloseya Fransayê di avahîyên dewletê de hatin weşandin. Macronê Serokomarê Fransayê berî niha bi daxuyanîya ku xwe ya qustax destnîşan kiribû ew ê dev ji karîkaturîzekirinan bernedin.Macronê ku li dijî Îslamê bi şikleke eşkere şer daye destpêkirin û dijmintîya Îslamê dike û destekê dide wan kesên ku heqaret li Îslamê dike, van tiştên ku tên kirin bi navê “azadîyê” bi nav dike. Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê jî wek Macron bêedebî û kustaxîyan dike. Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê ji ber ku li Fransayê di dezgehan de tiştên helal tên firotin kêfxweş nabe û aciz dibe. Dîsa heman wezîr dibêje ew ê karîkaturên rezîl ên Charlîe Hebdo dibe ku li mekteban ji xwendekaran re bên belavkirin û di kitêban de bên weşandin.

Ji ber vê bêkustaxî û bêedebîya Fransa, zîncîra marketan a bi navê Al-Meera ya ku girêdayê dewleta Qatarê ye qerara boykotkirinê da û dest bi berhevkirina malên Fransayê yên li şubeyên xwe kir.

Al Meera derbarê mijarê de li ser medyaya civakî daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin: “Em wek şîrketeke neteweyî,  li gorî dînê xwe yê Henîf dixebitin. Ji ber vê yekê heta daxuyanîyeke din em malên Fransayê nafiroşin û me temamê malên Fransa ji markerên xwe da hevdû.”(ÎLKHA)
 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne