Li Rihayê du malbat ji ber lihevnekirina erdan pevçûn: 2 mirî 4 birîndar

Di encama pevçûna ku ji ber lihevnekirina erdan li navçeya Halîlîyeya Rihayê derket de 2 kes canê xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.

Bûyer li gundê Şenocaka Halîlîyeyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di navbera 2 malbatên ku ji ber lihevnekirina erdan di navbera wan de husumet hebû de nîqaş dest pê kir. Di nîqaşa ku bi gotinan dest pê kir de çek hat bikaranîn.

Di encama bûyera ku pêk hat de du kesên bi navê Xelîl Erel û Elî Erel li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku birîndar bûn hatin rakirin nexweşxanê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne