Li Rûsyayê di 24 seatên dawî de nêzî 6 hezar kes bi Coronavîrusê ketin

Hejmara kesên ku li Rûsyayê bi Coronavîrusê ketin di 24 seatên dawî de 5 hezar 969 kes zêde bû û derket 74 hezar û 588 kesan.

Derbarê mijarê de ji teref Navenda Kontrol û Girtina Pêşîya Enfeksîyona Coronavîrusê ya Moskovayê ve daxuyanîyek hat belavkirin

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 66 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara kesên mirî derket 681 kesan.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di encama testên ku hatin kirin de bi 5 hezar û 969 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên pêketî derket 74 hezar û 588 kesan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

9 kesî birindar biyî
Li Sêrtê bavê 4 zarokan ku li binê tehtê de ma, jiyana xwe ji dest da
3 kes ku 2 ji wan zarok in birîndar bûn
Karwanê Umûdê ya Rihayê di meha tîrmehê de gihîşt bi sedan malbatên hewcedar
Ji Walîtîya Batmanê derbarê êrîşa ku 3 kes tê de hatin kuştin daxuyanî