Li ser gola qeşagirtî kêf û şahîya çay û gogê

Ji ber sir û seqema ku tesîra xwe zêde dike li gundê Şentepeya Norşînê gola avdanê qeşa girt.

Gundîyên ku zivistanê betal in û bes heywanan xwedî dikin di wextên xwe yên betal de kom dibin û diçin li ser vê gola qeşagirtî gogê dileyzin û bi gogê dileyzin.

Xortê bi navê Salih Aysoy a ku li ser gola qeşagirtî kêf û şahîya gogê dijî derbarê mijarê de hest û ramanên xwe wisa anî zimên: “Gola me bi temametî qeşa girtîye. Em xort tên li ser vê golê gogê dileyzin û ji xwe re çay çêdikin. Carinan jî qeşaya li ser golê dişkînin û masîyan digirin. Ji hemû kesî re nabe nesîb li ser golê çay dem bike û vexwe. Li vê derê hewa 15 derece dikeve bin 0 re. Gola me nêzî 2 mehan qeşa girtî dimîne.”

Welatîyê bi navê Mahzar Aysoy jî derbarê mijarê de wiha axivî: “Em li ser gola qeşagirtî çay vedixwin û li kêfa xwe mêze dikin. Hemd ji Xweda re ku vê nimetê da me. Em carinan li vê derê qeşayê dişkînin û ji xwe re masîyan digirin û dipijênin.Em nimêja xwe jî li vê derê dikin.”

 






























İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qezaya trafîkê de doktorekî jiyana xwe ji dest da
Li Dîyarbekirê şeş ​​kesên firarkirî ku ji ber sûcên cûrbecûr dihatin lêgerîn, hatin girtin
Weqfa Êtîman li Kenyayê emelîyeta Kataraktê pêk anît
Li Hîndistanê fîlên wehşî 5 kesan kuştin
Teqemenîyên ku li Xezzeyê neteqîyane can digrin