Li Sêrtê qeydên pêşbirka sîyerê dest pê kirin

Kirarîya qeydê û serîlêdanê ya Pêşbirka Sîyerê Bi Xelaya Umrê ya 2020an a ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve bi temaya “Wî Bixwîne û Jiyana Tetbîqî Jiyana Xwe Bike” li Sêrtê dest pê kirin.

Ew ê di 2yê Sibata sala 2020an de ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve bi temaya “Wî Bixwîne û Jiyana Tetbîqî Jiyana Xwe Bike” li tevahîya Tirkîyê Pêşbirka Sîyerê bê tertîpkirin. Ji ber vê yekê kirarîya qeydê û serîlêdanê ya Pêşbirka Sîyerê Bi Xelaya Umrê ya 2020an a ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve bi temaya “Wî Bixwîne û Jiyana Tetbîqî Jiyana Xwe Bike” li Sêrtê dest pê kirin.

Sebahattîn Keleşê Rayedarê Weqfa Evîndarên Pêxember ê ku li Sêrtê Koordînatorîya Îmtîhanê dike, derheqê xebatên pêşbirka sîyerê de  daxuyanî da.

Keleş di daxuyanîya xwe ya ku da de derbarê mijarê de destnîşan kir ew him ji bo zarokan û him jî bo mezinan hazirîya  pêşbirka sîyerê dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hemd ji Xweda re ku me temamê destûrên xwe yên fermî ji bo pêşbirka sîyerê stand û me dest bi xebatên xwe kir. Di bergeha xebatê de me afîşan bi temamê mekteban ve daleqand û li mekteban jî qeydên me dest pê kirin. Înşaallah em ê li Zanîngeha Sêrtê jî ji bo sîyerê destûr bistînin û standa xwe deynin. Hemd ji Xwedê re qeyd baş in, heta niha zêdetirî hezarî qeyd hatine dkirin. Înşaallah ew ê xebatên em bênavber berdewam bikin.”

Keleş di berdewama axavtina xwe de diyar kir, di vê esra tarîtîyê de pêdivîya me bi hînbûna jiyana Resûlê Xwedê heye û û dûre wiha got: “Em wek Weqfa Evîndarên Pêxember hew didin ku Resûlê Xwedê bê naskirin û exlaqa wî di jiyana însanan de bê tetbîqkirin.”

ÎLKHA




İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne