Li navçeya Hawêla Sêrtê, agirê ku di tîra barkirî konsantreya xoxê de derket, piştî teqînê mezin bû. Di bûyera ku li nêzî 3 kîlometreyî dûrî navenda navçeyê pêk hat de, dorseya tîrê li ser rê wergeriya û di wesayîtê de zirareke mezin çêbû.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, di tîra barkirî konsantreya xoxê ya ku di bin ajokariya Ahmet Badur de ji aliyê Bedlîsê ve ber bi Hawêlê ve diçû de gava di rê de bû agir derket. Ajokarê ku hesiya agir, hewl da wesayîtê bikişîne rexa rê.
Hate hînbûn ku di vê navberê de piştî teqîna ku pêk hat alav mezin bûn, ajokar kontrola wesayîtê winda kir û dorseya tîrê li ser rê wergeriya. Hate diyar kirin ku beşa kişîner li cîhekî cuda yê dorsê ma û şewitîna wê berdewam kir.
Ajokarê birîndar birin nexweşxaneyê
Ajokar Ahmet Badur ê ku di şewatê de birîndar bû, ji bo destwerdana yekem birin Nexweşxaneya Dewletê ya Hawêlê. Piştî destwerdana li vir, ajokar ji bo tedbîrê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê hat kirin.
Li ser agahdarkirinê tîmên îtfaiye û cindirmeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Dema destwerdana tîman a li dijî agir berdewam dikir, li herêmê çûyîn û hatina trafîkê bi rengekî kontrolkirî hat dabînkirin.
Li ser wê yekê ku gelo ji bo diyarikirina sedema derketina agir û sedema teqîna di wesayîtê de lêkolîn hatine kirin an na, hîn agahî nehatine parvekirin.