Li Silêmanîyê bi 12 xebatkarên tenduristîyê re Coronavîrus hat tespîtkirin

Li Herêma Kurdistanê di heftîyeke dawî de di hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketine de zêdebûn çêdibe.

Li Silêmanîyeya Herêma Kurdistanê di 24 seatên dawî de bi 51 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin.

Derbarê geşedanên dawî yên derheqê coronavîrusê de ji teref Alîkarê Midûrê Tenduristîyê yê Silêmanîyê Dr. Herîş Seyîd Selîm ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Seyîd Selîm di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ji van 51 kesên ku bi vîrusê ketine 12 kes xebatkarên tenduristîyê ne û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: "Li Pencwînê zêdebûna waqayan dihat texmînkirin. Lewra li bajêr derîyê sînor heye û çûyîn û hatina wê derê zêde ye.Her wisa ew der navenda ticareta di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de ye. Bêşiphe çûyîn û hatinên qeçex jî çêbûne. Di her du halan de îhtîmala pêketina bi vîrusê heye."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman ra seba aktiviteyê mewlidi dawet
Qada ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatî amadekirin, li benda evîndarên pêxember e
Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar
5emîn Kongreya Asayî ya Teşkilata Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Hat Lidarxistin
Êşa ku di êrîşên li ser dibistanan de hatiye jiyîn êşa hemû Tirkîyeyê ye