Li Sînopê qeza: 4 zarok canê xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn

Ji 4 zarokên ku di qezayê de canê xwe ji dest dan 3 zarok birayên hev in.

Qeza li ser Rêbeja Sînop-Boyabatê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otomobîla bi plaqeya 57 DN 678 a ku ajokarê wê Şahîn Sucu bû û otomobîla bi plaqeya 34 CLF 756 a ku ajokarê wê Umît Şahîn bû li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku pêk hat de 10 kes birîndar bûn. Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexwşexanê.

Digel temamê midaxeleyên ku hatin kirin 3 jê bira tevde 4 zarok canê xwe ji dest dan û dermankirina 6 kesên din berdewam dike.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne