Li Stenbolê şofêr otobusê bi ser rawestgehê de ajot: Mirîyek 12 birîndar

Li Stenbolê şofêr otobusê bi ser rawestgehê de ajot, di encama bûyera ku pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Beşîktaşa navçeya  Stenbolê şofêr otobusê bi ser rawestgehê de ajot, di encama bûyera ku pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Şaredarîya Bajêra Mezin a Stenbolê Murat Ongun daxuyanîyek belav kir.

Ongun di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir; şofêrê otobusa ku sefera Kaxitxane-Kabataşê dikir bi ser rawestgehekê de ajot û bû sedem ku 13 kesên di otobus û li rawestgehê birîndar bibin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û digel temamê midaxeleyan kesekî birîndar jiyana xwe ji dest da.

Tê diyarkirin şofêr piştî ku berê otobusê da li ser rawestgehê di destê wî de kêr hebû û ji otobusê pîya bûye û dû re xwe avêtiye behrê. Hat hînbûn ji birîndarkirin û bi kêrê êrîşkirinê sabikaya şofêr  heye.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne