Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 287 hezarî

Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 287 hezar û 613 kes canê xwe ji dest dan.

Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 287 hezar û 613an û hejmara kesên pêketî jî derket  4 milyon û 271 hezar û  890 kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê 81  hezar 795 kes mirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li dijî rûdanên xeniqîna di avê de divê tedbîr werin zêdekirin
Li Mêrdînê şewatên pirêza yên ku ketibûn nav qadên niştecihbûnê hatin kontrolkirin
Mıdaxaley cı dewam keno
Rêwîtiya ku ji cejnê dirêjî matemê dibe
Şewatên pirêze yên ku li Mêrdînê derketibû hat vemirandin