Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 791 hezarî

Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 791 hezar û 90 kes canê xwe ji dest dan.

Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 791 hezar û 90 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 22 milyon û 588 hezar û 815 kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê 176 hezar û 342 kes mirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çadê gundekî bi Îslamê îzzetê bidestxist
Li Xezzeyê 150 hezar pîrekên bi hemle di bin tehdîdê de ne
Li Enqereyê 4 polês hatin binçavkirin
Mirî û birîndar hene
Ensarullah li Behra Sor du keştîyan hedef girt