Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 873 hezarî

Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 873 hezar û 223 kes canê xwe ji dest dan.

Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 873 hezar û 223  kesan û hejmara kesên pêketî jî derket  26  milyon  û  471 hezar û 716 kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê 191  hezar û 58 kes mirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê kesê ku qijnik wî gez kiribû mir
Di 3 salên dawî de 51 hezar zarokên ku îltîcayê Ewropayê kiribûn winda ne
Xwendekar û akademîsyenan piştgrîyê dan çalakiyên Xezzeyê yên xwendekarên Amerîkayê
Di lehîya Kenyayê de hejmara mirîyan derket 169an
Rejîma îşxalker welatîyekî Rihayî li Qudsê şehîd kir