Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser329 hezarî

Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 329hezar û 126kes canê xwe ji dest dan.

Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 329 hezar û 126an û hejmara kesên pêketî jî derket  5 milyon û  78  hezar û  19 kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê 94  hezar û 888  kes mirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

5. Konferansa Platforma Qudsê ya Navbera Parlementeran di roja duyem de berdewam dike
Li 42 bajaran operasyona tiryakê: 321 binçavî
Ji HAMASê banga “Ji bo gorên komî lêpirsîna navneteweyî”
Kesê ku êrîşî Ala Tewhîdê kiribû hat binçavkirin
Şaredarîya Mezina Diyarbekirê ji bo bernameya Mewlûda Nebî otobusê tahsîs nekir