Li tevahîya cîhanê zêdetirî 7 hezar xebatkarê tenduristîyê ji ber Covid-19 mirin

Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê destnîşan kir, ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê zêdetirî 7 hezar xebatkarê tenduristîyê canê xwe ji dest dan.

Li gorî lêkolîna ku ji teref Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê ve hatiye kirin, ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê zêdetirî 7 hezar xebatkarê tenduristîyê canê xwe ji dest dan. Li gorî lêkolînê bes li Meksîkayê herî kêm hezar û 320 xebatkarên tenduristîyê ji ber vîrusê canê xwe ji dest dan.

Dîrektorê Yekîneya Edaleta Civakî û Aborîyê yê Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê Steve Cockburn derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir. Steve Cockburn di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir; heqê her xebatkarî ye ku di nav ewlehîyê de bixebite û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Zêdetirî 7 hezar  xebatkarê tenduristîyê dema ku hewl didan canê yekî xelas bikin ji ber vîrusê canê xwe ji dest dan.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne