Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 177 kes canê xwe ji dest dan

Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 177 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 29 hezar û 845 kes jî bi vîrusê ketin.

​Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama 168 hezar û 348 testên ku hatin kirin de bi 29 hezar û 845 kesan re vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 177 kesên din jî ji ber vîrusê mirin.

Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 13 hezar û 191 kesî.

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca derbarê mijarê de destnîşan kir, hejmara kesên ku îro bi wan re vîrus hat tespîtkirin 29 hezar û 845 kes e. Hejmara nexweşên me yên giran jî zêde dibe.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman ra seba aktiviteyê mewlidi dawet
Qada ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatî amadekirin, li benda evîndarên pêxember e
Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar
5emîn Kongreya Asayî ya Teşkilata Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Hat Lidarxistin
Êşa ku di êrîşên li ser dibistanan de hatiye jiyîn êşa hemû Tirkîyeyê ye