Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 182 kes canê xwe ji dest dan

Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 182 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 30 hezar û 103 kes jî bi vîrusê ketin.

​Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama 174 hezar û 443 testên ku hatin kirin de bi 30 hezar û 103 kesan re vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 182 kesên din jî ji ber vîrusê mirin.

Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 13 hezar û 373 kesan.

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca derbarê mijarê de destnîşan kir, hejmara kesên ku îro bi wan re vîrus hat tespîtkirin 30 hezar û 103 kes e. Hejmara nexweşên me yên giran jî zêde dibe û derket 4 hezar û 903 kesan.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e