Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 195 kes canê xwe ji dest dan

Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 195 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 30 hezar û 402 kes jî bi vîrusê ketin.

​​​Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama 174 hezar û 761 testên ku hatin kirin de bi 30 hezar û 402 kesan re vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 195 kesên din jî ji ber vîrusê mirin.

Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 14 hezar û 900 kesî.

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca derbarê mijarê de destnîşan kir, hejmara kesên ku îro bi wan re vîrus hat tespîtkirin 30 hezar û 402 kes e. Hejmara nexweşên me yên giran jî zêde dibe.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji bo parastina tenduristiya piştê divê mirov bala xwe bide çi?
Erşîrkerdo ke lîseya Sêwrege de bi sîlihan 16 kesî birîndar kerdibi, xo kîşt
Ji İTTİHADUL ULEMAyê daxuyaniya piştgiriyê bo çalakiya Mewlûda Nebî
16 kes birîndar bûn
Ji qeşaya çandiniyê, berf û bahozên tozê haydar bin