​Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 220 kes canê xwe ji dest dan

Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 220 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 30 hezar û 424 kes jî bi vîrusê ketin.

​​​Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama testên ku hatin kirin de bi 30 hezar û 424 kesan re vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 220 kesên din jî ji ber vîrusê mirin.

Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 15 hezar û 571 kesî.

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca derbarê mijarê de destnîşan kir, hejmara kesên ku îro bi wan re vîrus hat tespîtkirin 30 hezar û 424 kes e. Hejmara nexweşên me yên giran jî zêde dibe.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Maneviyat ve pozitif düşünce
Ji bo 11 bajarên Bakur hişyarîya baran û berfê
4 kes ji mijê tesîr dîtin
Rejîma îşxalker li Xezzeyê 500 xebatkarên tenduristîyê qetil kir
ÎDEV li Nisêbînê semînera "Bila Malbata Min Bibe Cenneta Min" li dar xist