Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 53 kes canê xwe ji dest dan

Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 53 kesê din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hezarû612 kes jî bi vîrusê ketin.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 117 hezar û 113 test hatin kirin ku di encama van testan de bi hezar û 612 kesî vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 53 kesê din jî ji ber vîrusê mirin.

Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca derbarê mijarê de destnîşan kir; “Îro 117 hezar û 113 test hatin kirin û hejmara nexweşên me yên ku rewşa wan giran e zêde dibe. Hêj hejmara kesên ku baş dibin hindik e.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne