​Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 53 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 53 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 3 hezar û 849 kesan.

​Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 53 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de bi 1704  kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 141  hezar û 475 kesan.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir " Ji sedî 70yê kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn baş bûn. Dîsa hejmara nexweşên me yên di lênerîna awarte de kêm dibe.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

60 donim genim ê çandî şewitî
Divê meydan bên dagirtin, li dijî zilmê deng bê bilindkirin
HAMAS: Me li ser peymana çarçoveyê li hev kir
Li Koreya Başûr balafira herbê ket: 2 mirî, 2 winda
Li Dîyarbekirê 3 milyon û 476 hezar kenewîra kok û skunk hat bidestxistin