Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 59 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 59 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 3 hezar û 500 kesan.

Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de bi hezar û 832 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 129 hezar û 491 kesan.

Bi başbûna 5 hezar û 119 kesî hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn û baş bûn derket 73 hezar û 285 kesî.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Hejmara kesên di lênerîna awarte de ne û hejmara kesên ku canê xwe ji dest didin û pê dikevin her ku diçe kêm dibin.Ji alîyê din ve hejmara kesên ku baş dibin jî zêde dibin.Em di heyameke nû de ne, divê em fersendê nedin şobê.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman ra seba aktiviteyê mewlidi dawet
Qada ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatî amadekirin, li benda evîndarên pêxember e
Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar
5emîn Kongreya Asayî ya Teşkilata Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Hat Lidarxistin
Êşa ku di êrîşên li ser dibistanan de hatiye jiyîn êşa hemû Tirkîyeyê ye