Li Tirkîyê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 214an

Ji ber Coronavîrus’ê li Tirkîyê di 244 seatên dawî de 46 kesên din jî canê xwe ji dest dan û bi 2 hezar û 704 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin.

Bi van  reqemên dawî hejmara mirîyan derket 214 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 13 hezar û 531 kesan.

Derbarê mijarê de ji teref Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ji ber Coronavîrus’ê li Tirkîyê di 244 seatên dawî de 46 kesên din jî canê xwe ji dest dan û bi 2 hezar û 704 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Hejmara testên me li gorî doh ji sedî 25,2 zêde bû. Hejmara navendên testê jî derket 75an.Em waqayên pozîtîf bileztir tespît dikin. Bila tu kes ji îzalasyona civakî tavîzê nede.Ji bîr nekin: Temas=Rîsk.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne