Li Tirkîyê hejmara kesên ku ji Coronavîrusê mirin derket 59 kesan

Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, li Tirkîyê hejmara kesên ku ji Coronavîrusê mirin derket 59 kesan.

Koca derbarê geşedanên dawî yên ku li Tirkîyê Coronavîrus ji wan re dibe sedem de li ser medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Koca di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de wiha got: “Di 24 seatên dawî de 5035 test hatin kirin ku ji van 561 pozîtîf derketin. Di 24 seatên dawî 15 nexweşên me ji Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin jî derket 2 hezar û 433 kesan.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne