Li Tirkîyê ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan derket 44 kesan

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca destnîşan kir ji ber Coronavîrusê 7 nexweşên din jî canê xwe ji dest dane ûhejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 44 kesan.

Koca di daxuyanîya xwe ya ku li ser medyaya civakî belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir “Çend kes? Li 195 welatî her roj ev pirs tê kirin. Digel ku mirin çêbibin jî ji bo Tirkîyê ne dereng e. Tedbîr dikare pêşîya zêdebûnê bigire. Di 24 seatên dawî de li ser 3 hezar û 953 kesan test hat kirin ku di encama van testan de bi 343 kesên din re vîrus hat tespîtkirin û îro 7 nexweşên me yên din jî canê xwe ji dest dan. Yek ji wan nexweşê KOAHê bû.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne