Li Tirkîyê serê seatekê 12 kes ji ber cixarê canê xwe ji dest didin

Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê her sal 4,9 milyon kes ji ber nexweşîyên ku cixare ji wan re dibe sedem canê xwe ji dest didin. Li Tirkîyê jî serê seatekê 12 kes ji ber cixarê canê xwe ji dest didin.

Di raporta ku ji teref Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê ve hatiey belavkirin de tê diyarkirin her sal 4,9 milyon kes ji ber nexweşîyên ku cixare ji wan re dibe sedem canê xwe ji dest didin. Tê diyarkirin ew ê ev hejmar disa sala 2025an de derkeve 10 milyon kesan. Li gorî agahîyan ji vê hejmarê 7 milyon dê bikeve para welatên mîna Tirkîyê yên ku hêj pêşveçûna xwe temam nekirine.

Tê tahmînkirin ku li dinyayê hejmara kesên ku tiryakîyê cixarê ne 1.25 milyar e ku ew ê ev reqem di sala 2025an de derkeve 1.6 milyar kesan. Li Tirkîyê hejmara kesên ku tiryakîyê cixarê ne 17 milyon kes e û serê seatekê 12 kes ji ber cixarê canê xwe ji dest didin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne