Li Wanê bi ser ekînên lêgerînê de şape ket

Li Miksa navçeya Wanê bi ser ekîbên lêgerînê yên ku ji bo 2 kesên di bin berfê de mane bên rizgarkirin xebatê dikirin de şape ket.

Walîyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez derbarê mijarê de destnîşan kir “Li ser ekîbên UMKE, AFAD û yên din ên ku ji bo 2 kesên di bin berfê de mane bên rizgarkirin xebatê dikirin de şape ket.”

Hat diyarkirin 25 kesên ku di bin şapeyê de man hatin derxistin û hatin rakirin nexweşxanê. Li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê  berdewam dikin.

Di encama şapeya ku li Miksa Wanê ket de 5 kes canê xwe ji dest dabûn, 7 kes hatibûn rizgarkirin û 2 kes jî di bin berfê de mabûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne