Li Wanê facîaya aşîtê: 33 kes canê xwe ji dest dan

Di encama aşîta duyemîn a ku li Miksa Wanê pêk hat de 53 kes hatin birîndar bûn û 33 kes canê xwe ji dest dan.

Berî vê 2 rojan li Miksa Wanê şape ketibû û di encama bûyera ku pêk hatibû de 5 kes canê xwe ji dest dabûn, 7 kes birîndar bûbûn û 2 kes jî di bin berfê de mabûn.

Doh ji bo 2 kesên ku di bin berfê de mane bên derxistin xebat hatibû destpêkirin ku di dema xebatê de şapeya duyemîn bi ser ekîbên rizgarkirin û lêgerînê de ket.

Di encama şapeya duyemîn a ku li Miksa Wanê ket de 33 kes canê xwe ji dest dan û 53 kes jî birîndar bûn.

Li herêma şapeyê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

ÎLKHA






İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezay Farqîni de vewr varena
Rêyên 304 gundan hatin girtin
Weqfa Êtîman li Xezzeyê sifreyên fitarê vala nahêle
Mijara kêmbûna veberhênana pîşesaziyê ji bo bakur anî Meclîsê
Zêdetirî 20 kes ji dûmanê tesîrdar bûn