Li Wanê şape ket: 5 kes canê xwe ji dest dan 7 kes birîndar bûn

Şli Miksa navçeya Wanê mînîbuseke rêwîyan û mekîneyeke kar di bin şapê de man. Di encama şapeya ku ket de 14 kes di bin berfê de man.

Bûyer li ser 33emîn kîlometreya Rêbeja Wan-Miksê pêk hat.  Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin dema ku Bahaddîn  Karagulleyê operatorê mekîneya kar dema ku hewl dida rêya ku ji ber berfê hatibû girtin veke şape ket.

Çawa ku bi bûyerê hat hesîn re ekîbên AFAD, UMKE û Serwîsa Acîlê hatin sewqkirin cihê bûyerê û demildest xebat hatin destpêkirin.

Di encama xebatên ku hatin destpêkirin de heta niha 12 kes ji bin berfê hatin derxistin ku ji van 12 kesan 5 kes canê xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar in.

Tê diyarkirin hêj 2 kes di bin berfê de ne û ji bo ew jî bên rizgarkirin xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne