Li navçeya Farqînê ya Amedê, di xaniyên TOKÎyê de ku ji 381 xanî, 6 dikan û mizgeftekê pêk tê û di sala 2025an de hatibûn teslîmkirin, pirsgirêkên rojane zêde dibin. Tevlî ku jiyan li wir dest pê kiriye jî, mizgeft hêj ji bo îbadetê nehatiye vekirin, dibistanek tenê ji bo perwerdeya xwendekaran nîn e û di rêyên ku roj bi roj xera dibin de tu xebatên çêkirin û lênêrînê nayên kirin. Niştecîhên TOKÎyê daxwaz dikin ku ev pirsgirêk di demeke kurt de werin çareserkirin.
Li gundê Şefqetê ya Farqînê di projeya ku di 23yê Hazîrana 2025an de hatibû teslîmkirin de, tevlî ku demeke dirêj di ser re derbas bûye jî, nebûna dibistanê, nagihîştina mizgeftê û temam nexebitîna rêyan dibe sedema nerazîbûna welatiyan.
Mizgeft hat ava kirin, lê ji bo îbadetê nehat vekirin
Tê diyar kirin ku mizgefta li kampusê ji ber ku kêmasiyên wê yên çêkirin û teslîmkirinê nehatine çareserkirin, ji hêla muftîtiyê ve nehatiye wergirtin û ji ber vê yekê ji bo îbadetê girtî ye.
Şêniyên herêmê bertek nîşanî girtina mizgefta ku di aliyê fizîkî de qediyayî xuyaye didin û li benda çareseriya rayedaran re ne. Nexasim kalûpîr, jin û zarok diyar dikin ku ji bo îbadetê diçin mizgeftên derdorê û zehmetiyê dikişînin. Niştecîhên herêmê daxwaz dikin ku kêmasiyên mizgeftê werin çareserkirin, karûbarên teslîmê temam bibin û mela ji bo mizgeftê bête wezîfedarkirin.
Di herêma 381 xaniyan de dibistan nîn e
Yek ji pirsgirêkên herî giring ên TOKÎyê jî nebûna dibistanê ya di nav kampusê de ye. Di herêma ku bi sedan xanî tê de hene de çênekirina dibistanê, nexasim ji bo malbatên bi zarok re dibe sedema mexduriyeteke mezin.
Welatiyên ku bertek nîşanî nedîtina hewcedariya dibistanê di herêmeke 381 xanî de didin, dixwazin ku rayedar ji bo ku zarokên wan bi awayekî hêsan û ewle bigehêjin mafê perwerdeyê bikevin tevgerê. Şênî li benda wê yekê ne ku bi berçavgirtina nifûsa herêmê û hewcedariyên malbatan veberhênanên perwerdeyê yên pêwîst werin kirin.
Şêniyên TOKÎyê li benda çareseriya pirsgirêka rê ne
Pirsgirêkên ku li herêmê tên jiyîn tenê bi mizgeft û dibistanê re sînordar nîn in. Tevlî ku xanî hatine teslîmkirin jî kêmasiyên di xebatên rêyan de berdewam dikin.
Welatiyên ku diyar dikin rêyên xera bûyî an jî neqediyayî jiyana rojane zehmet dikin, nexasim ji ber zehmetiyên veguhastinê yên ku di hewaya baranî de dibe ku rû bidin û pirsgirêkên di gihîştina hewcedariyên rojane de, daxwaz dikin ku xebatên binesaziyê werin temamkirin û pirsgirêkên veguhastinê werin çareserkirin.