Li Xazzê ji ber coronavîrusê mekteb hatin tatîlkirin

Şewirmendê Medyayê yê Rêxistina Alîkarîya Penaberên Filistînî yê Neteweyên Yekbûyî Adnan Ebu Hasna destnîşan kir di bergeha tedbîrên ku ji ber coronavîrusê tên girtin de mektebên UNRWAyê hatin tatîlkirin.

Ebu Hasna di daxuyanîya xwe de diyar kir ew ê mesele di rojên pêşîya me de bi şikleke hûrgilî bê nirxandin.

Di berdewama daxuya ku hat belavkirin de hat diyarkirin ji ber rewşa awarte ya ku ji teref Mahmud Abbasê lîderê El-Fetîhê ve hatiye ragihandin li Zanîngehên  El Eqsa, Filistîn, Quds û El-Ezherê û zanîngehên li Xazzê jî di nav heta mehekê hatin tatîlkirin.

Wezareta Tenduristîyê yê Filistînê bi daxuyanîya ku belav kiribû destnîşan kiribû li Filistînî bi 7 kesan re corona vîrus hatiye tespîtkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne