Lîderê Hareketa Cîhada Îslamî yê Filistînê wefat kir

Dr. Remezan Abdullah Şallahê Lîderê Hareketa Cîhada Îslamî yê Filistînêli nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin wefat kir.

Şallah ev bû demek ku li nexweşxanê ji ber nexweşîya xwe dihat tedawîkirin.

Hareketa Cîhada Îslamî bi daxuyanîya ku belav kir wefatkirina Şallahî ragihand.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destîşankirin: "Remezan Abdullah Şallahê Lîderê Mezin ê Neteweyî ji ber nexweşîya ku ew pêketibû rehmet kir. Ew ji roja ku Hareketa Cîhada Îslamî hatiye damezrandin vir ve di nav micadelê de bû û em ji lîdertî, rûmet û şerefa wî ya di nav hareketê de re şahid in.Ew bi şiklê herî xweşik li emanetê xwedî derket û ala cîhadê bilind kir.Ew her tim xwedî li berxwedana Filistînê, nasnameya Îslamî û li Qudsê xwedî derket."

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne