Malbateke din gihaşt lawê xwe yê ku ji teref PKKê ve hatibû revandin

Volkan Aslanê lawê Melîk Aslanê ku di 14 Sibatê de beşdarî nobeda ewledan a li ber avahîya HDPê bûbû ji PKKê revîya û teslîm bû.

Ev bû 169 roj ku malbat ji bo zarokên xwe yên ku ji teref PKKê ve hatine revandin li serê çiyê li ber avahîya Serokatîya Bajara Diyarbekirê ya HDPê nobedê digirin.

Volkan Aslan di 14 salîya xwe de ji teref PKKê ve hatibû revandin ku ew doh li Silopîya Şirnexê teslîm bû. Melîk Aslanê ku bavê Volkan Aslan e di 14ê Sibatê de ji Karaçobana Erziromê hatibû Diyarbekirê û beşdarî çalakîya malbatan bûbû.

Volkan Aslanê ku doh li Silopîya Şirnexê teslîm bû îro li Midûrtîya Ewlehîyê ya Diyarbekirê bi dê û bavê xwe re hat ba hev.

Hejmara kesên ku ji teref PKKê ve hatibûn revandin û teslîm bûne derket 8.

ÎLKHA








İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çantaya pırê zêrî ya ke Diyarbekir de otobüs de amibi viraerdene, teslimê wayirê cı amiyo kerdene
Li ser rêya Çinar û Bismilê de TIR wergeriya şerempolê
Zanist li dijî bêxewiyê çi pêşniyar dike?
1 mirî, 12 birîndar
Bi vê girseyê re, Dîyarbekir peyama "em ji bo yekîtîyê amade ne" da