Doh di wextên şeveqê de dayika bi navê Fewzîye û bavê bi navê Şahap Çetînkaya bi îddîaya ku lawê wan ê bi navê Suleyman Çetînkaya hatiye revandin li ber avahîya HDPê çalakîya rûniştinê dan destpêkirin. Piştî ku ev malbat çalakî da destpêkirin re dayikeke din a bi navê Remzîye Akkoyun jî ji bo lawê xwe yê ku berî vê 4 salan ji teref PKKê ve hat revandin çalakîya rûniştinê da destpêkirin û piştgirî da malbata Çetînkaya.
Tê diyarkirin Suleyman Çetînkayayê ku endamê şacên ciwanan ê bajêr ê HDPê ye roja înê ji holê winda bû û ji wê rojê ve xeber jê nayê standin.
“Lawê min xapandin û ew şandin çiyê”
Şahap Çetînkayayê ku lawê wî ji teref HDPê ve hatiye revandin li serê çiyê derbarê mijaê de wiha axivî: “HDPê lawê min şandiye li serê çiyê. Lawê min Silêman 18 salî bû û îsal lîseyê qedandibû. Ew endamê şaxên ciwanan ê HDPê bû û her roj dihat vê derê , beşdarî civînên HDPê dibû. Herî dawî lawê min xapandin û ew şandin çiyê.”
“HDP hewl daye wî bixapîne û jê re gotine were em te bişîne çiyê”
Bav Şahap di berdewama axavtina xwe de diyar kir HDPê berî niha hewl daye lawê wî din jî bixapîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Lawekî min ê bi navê Muslum heye. Berî niha HDP hewl daye wî bixapîne û jê re gotine were em te bişîne çiyê, lê belê lawê min teklîfa wan qebûl nekiriye. Ji ber vê yekê cardin jê re negotine.”
“Ger micadeleya memleketê didin bila zarokên xwe bi xwe bişînin çiyê”
Bav Şahap di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew emîn in ku lawên wan di vê ji vê avahîyê hatine şandin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Berpirsê vê bûyerê HDP ye. Heta lawê me neyê em naçin tu derî. Ger hewce bike em ê 2-3 mehan li vê derê ne.Ez, lawê min, xanima min û qîza min em li vê derê ne. 2 lawên min jî li derve ne ew ê jî bên vê derê. Ger micadeleya memleketê didin bila zarokên xwe bi xwe bişînin çiyê.”
“Lawê min Azad winda bûbû, ez nizanibûm bi kû ve çûye”
Dayika bi navê Remzîye Akkoyuna ku ji bo lawê xwe yê ku berî vê 4 salan ji teref PKKê ve hat revandin jî li ber avahîya HDPê çalakîya rûniştinê da destpêkirin derbarê lawê xwe yê ku hat revandin de wisa axivî: “ Lawê min Azad winda bûbû, ez nizanibûm bi kû ve çûye. Sala borî ji Iraqê gerîya û ji bavê xwe 5 hezar lîre xwestiye. Ew ê hatibana teslîm bûba. Dû re ji me re gotin lawê we li sînor hatiye girtin divê bavê wî were rajîyê.”
“Bavo here gilîyê wan bike”
Akkoyun di berdewama axavtina xwe de diyar lawê wê berî niha poşman bûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lawê min ji bavê xwe re got ‘bavo here gilîyê wan bike, ez hêj zarok bûm. Hevalên min gazî min kirin û ji min re gotin em ê herin kar; lê belê min birin derveyî sînor.’ Ji ber vê yekê min ji zilamê xwe re got divê em biçin qereqolê. Lê belê zilamê min nehat û ji min re got ku ew ji HDP û dewletê ditirse. Lawê min li me digerîya, lê belê xeber nedida. Lawê min dixwast baz bide, lê belê fersend nedidît. Carekê hewl da baz bide, lê belê gilîyê wî kirin û ew girtin.”
Akkoyun di dawîya axavtina xwe de diyar kir HDP cihê lawê wê dizane.
ÎLKHA