Mehmet Gormez: “Şêx Evdilkerîm Çevîk ji bo sulhê canê xwe ji dest da”

Prof. Dr. Mehmet Gormezê Serokê Karên Diyanetê yê berê beşdarî tazîyeya Şêx Evdilkerîm Çevîkê ku di êrîşa çekdarî de canê xwe ji dest da bû û destnîşan kir, Çevîk ji bo sulhekê canê xwe ji dest da.

Gormez di tazîyeya ku beşdarî bû de destnîşan kir ew ji ber wefata Çevîkî xemgîn e û ji bo malbata Çevîkî sersaxîyên xwe anî zimên.

Gormez di daxuyanîya ku da de destnîşan kir Xweda rehma xwe li rehmetî bike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev der  ji bo temamê herêmê navenda ilmê ye. Gelek alimên mezin ji vê derê rabûn.Rehmetî jî telebeyan perwerde dikir. Ew dema ku hewl dida di nav du însanan de aştîyê hakim bike canê xwe ji dest da.Ew ji bo sulhê canê xwe ji dest da. Ez ji Xweda ji bo wî rehmetê teleb dikim û ji bo temamê birayên min ên li vê derê jî sersaxîyên xwe tînim zimên.”

ÎLKHA






İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezay Farqîni de vewr varena
Rêyên 304 gundan hatin girtin
Weqfa Êtîman li Xezzeyê sifreyên fitarê vala nahêle
Mijara kêmbûna veberhênana pîşesaziyê ji bo bakur anî Meclîsê
Zêdetirî 20 kes ji dûmanê tesîrdar bûn