Çiyayê Agirî ku xala herî bilind a Tirkiyeyê ye, mêvandariya çiyagerên ku ji çar aliyên cîhanê tên berdewam dike. Bi dehan sporvanên ku beriya hilkişîna lûtkeyê rawestgeha wan a yekem kampa sereke ya 3200î bû, piştî ku li vir hinekî bêhn vedan û hêz civandin, ber bi lûtkeyê ve dest bi hilkişînê kirin.
Şert û mercên hewayê yên ku her ku diçû ber bi lûtkeyê ve girantir dibûn, demên zehmet bi çiyageran dan jiyîn. Bafûna dijwar û bayê ku li lûtkeyê bandora xwe zêde kir (li wir ku germahiya hewayê heta kêmtirî 5 pileyan dadiket), hilkişîn zehmettir kir.
Rêberê Çiyê Barzanî Ceylan der barê hilkişîna zehmet de ev tişt gotin:
"Li lûtkeyê em bi rûyê hişk ê siruştê re rûbirû man. Sermaya cemedî ya ku heta kêmtirî 10 pileyan dadiket û bafûna dijwar, hilkişîn pir zehmet kir. Lê tevî van şert û mercan jî gihîştina lûtkeyê û jiyîna wê gavê, hêjayî hemû westandinê bû."
Tevî hemû şert û mercên nebaş ên hewayê û mercên hişk ên siruştê jî çiyagerên ku gava paşde neavêtin, kêfxweşiya gihîştina lûtkeyê û cihgirtina li ser banê Tirkiyeyê jiyan.