Mesrûr Barzanî: Em dixwazin ji nêzîk ve ligel Kazimî kar bikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peywendiyeke telefonî de pîrozbahî li Serokwezîrê Iraqê yê nû kir û ragihand, destbikarbûna Kazimî di demeke giring de ye ji bo Kurdistanê û Iraqê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî li ser hesaba xwe ya twitterê ragihandiye, ku ew bi rêya peywendiyeke telefonî li gel Serokwezîrê Iraqê yê nû Mistefa Kazimî axiviye û pîrozbahî lê kiriye.

Mesrûr Barzanî di twîtta xwe de her wiha ragihandiye, “Destbikarbûna Kazimî di demeke girîng de ye hem bo Kurdistanê û hem jî bo Iraqê, ku em bi hev re rûbirûyê astengên hevbeş bûne. Em dixwazin ji nêzîk ve li gel Kazimî û kabîneya wî kar bikin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne