Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê dê bibe bendereke bi ewlehî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî destnîşan kir, ew ê Herêma Kurdistanê ji bo wan kesên ku ji tirsa terorê revîyane bibe bendereke bi ewlehî.

Wezîra Koç û Koçberan ê Iraqê Îvan Fayîq ji bo ziyaretinan çû Herêma Kurdistanê.

Fayîq ji teref Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşîwazîkirin.

Di hevdîtina ku hat kirin de Wezîra Koç û Koçberan ê Iraqê Îvan Fayîq destnîşan kir Herêma Kurdistanê ferqê naxe navbera tu kesî û ji temamê koçberan re mazûvantîyê dike ku ew ji ber vê yekê ji Herêma Kurdistanê spas dike û ew ji bo hevkarîyê amade ne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di hevdîtina ku hat kirin de destnîşan kir, digel rewşa xirab a aborîyê Herêma Kurdistanê ji milyonek û 200 hezar koçber û penaberî re mazûvantî kir û vê mazûvantîya xwe hêj didomîne û ew ê Herêma Kurdistanê ji bo wan kesên ku ji tirsa terorê revîyane bibe bendereke bi ewlehî.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne