Mesrûr Barzanî û Çavuşoglu behsa pêşxistina peywendiyên Kurdistan û Tirkiyê kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu civiyan û di wê civînê de behsa pêşxistina peywendiyên di navbera xwe de kirin.

Doh Mesrûr Barzanîyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê di çarçoveya Konferasa Asayişê ya Munchenê de civiyan û di wê hevdîtinê de her dû alîyan behsa pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de kirin, bi taybetî jî peywendiyên bazirganî.

Di hevdîtina ku hat kirin de her wiha her dû aliyan gotûbêj kirin li ser guhartin û pêşhatên dawî yên li Iraq û navçeyê û tekez jî kirin li ser hevahengiya zêdetir ji bo arambûna rewşa Iraqê.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çantaya pırê zêrî ya ke Diyarbekir de otobüs de amibi viraerdene, teslimê wayirê cı amiyo kerdene
Li ser rêya Çinar û Bismilê de TIR wergeriya şerempolê
Zanist li dijî bêxewiyê çi pêşniyar dike?
1 mirî, 12 birîndar
Bi vê girseyê re, Dîyarbekir peyama "em ji bo yekîtîyê amade ne" da