Mesrûr Barzanî û Mark Esper li Munîhê hevdîtin kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper li Munîhê hevdîtin kirin.

Hevdîtin di bergeha Konferansa Ewlehîyê ya Munîhê ya 56emîn de li Munîha Almanyayê pêk hat.

Barzanî derbarê hevdîtina ku hat kirin de ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Barzanî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Di hevdîtina ku min bi Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper re kir de me li ser tesîskirina ewlehîya herêmê, Iraq û Kurdistanê gotûbêj kir û em mutabiq man ku ji bo tesîskirina ewlehîyê pêwendîyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de gelek muhîm in.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne