Mesûd Barzanî derheqê wefata Şêx Sidîq Ebdulezîz de peyama tazîyê weşand

Serokê Berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê PDKê Mesûd Barzanî ji bo Şêx Sidîq Ebdulezîzê rêberê berê yê Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê peyama tazîyê weşand.

Şêx Sidîq Ebdulezîzê Rêberê berê yê Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin doh rehmet kir. Serokê Berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê PDKê Mesûd Barzanî ji bo Şêx Sidîq Ebdulezîzê rêberê berê yê Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê peyama tazîyê weşand.

Barzanî di peyama xwe ya tazîyê de wisa got:

“Bi navê Xwedayê bexşende û mîhrîban. Me xebera wefata Şêx Sidîq Ebdulezîzê rêberê berê yê Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê stand. Em ji bo malbat û nasên Şêx Sidîq Ebdulezîzê rêberê berê yê Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê yê ku rehmet kiriye sersaxîyên xwe tînin zimên.Êşa malbata wî wek êşa xwe dibînin. Xweda wî bi cenneta xwe şa bike  û sebrê bide hemû kesan.

Înna Lîllah we înna îleyhî racî’ûn.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapıcıoğlu, ji Cemaat-i İslami re sersaxî û taziye
Li Xezzeyê hejmara şehîdan bû 34 hezar û 454
Dr. Newaf Tekrûrî: Xwepêşandanên xwe yên li qadan bidomînin
Rêber û Serokê Me Hz. Muhammed e
Serokê Yekîtîya ‘Aliman a Dinyayê Qeredaxî: Piştgrîdana xuşk û birayên me yên Xezze û Filistînê wacib e